Ey şahê Hilwe û Heddad rohniya çavê di min
Ez dizanim piştî te lezzet nema d’umrê di min
Mi çi dît û çi nedît û di vî ‘umrê xwe yê kin
‘Eskerê derd û xema herdem hucûmat e li min
Mesterê derd û xema bo çûyina şeyxö ‘ezîz
Ger çi min dîtin di dunyayê musîbat û hezin
Çunkî ez nabînim qet keskî cihê wî bigirê
Ku j’birayê me musulman ra bibit sebr û sekin
Çunkî ‘umre xwe telef kirbû ewî d’reya
Xude Menzil û qunaxa ve re wî dizanî ser û bin
Ez çiqa bejim ji kemahî dibejim wesfe şah
E ku dîtî bexered bawer dikit qewle di min
Ger ku çave me bibit spî wekî Ye‘qûb ji girîn
Hindik e hejî ji qehra çûyina şahe mezin
Gel vîqasî em dikin hevî û ricaye ji Xuda
Ku neçikhe kehniya zerîn a Basret ew ji bin
Wek Firat û Dicle bit her dem biherke şev û roj
Feyd û nûra zuryeta vî qutbe ew l’ku de hebin
Ey Elí xafil nebe ger tu wefadar î ji dil
Ev du4 a daîm mudam gav û sa‘et wirdê te bin
Sedhezar rehmet bibarin j’canibê
Rebbê Rehîm Ey şahö Hilwe mi qurbana li ser ruhê te bin
Sêsed û heştö û sisê piştî hezarê hicretê
Şahö Bohtan Şeyx Brahîm Heqqî em sêwî kirin
Ew li Basret bû ji dayê, medfena wî
Hilwe hat Sed xwezî wa ku di nav wa ev ‘ezîz bûyê defin