Bi xeflet umre me bûrî b’temamî
Nizam kengî eme l’xwe bibne hişyar
Eme bimrin biçin heşr û hisabe
Cihe qenca ye cennet ye dine nar
Bikin tewbe j’dile safî û paqij
Heta mime bibin taze wefadar
Ne îşek zarokî ye ‘îşe tewbe
Bizanin ku b’Xuda ra bûye bazar
Hinek cezb ü girine dañé sibhé
Dikin govend ü reqsé dañé évar
Bi wan fexré dikit Mel‘üné íblis
Ku jé ra büne ev deste qumandar
Ne xweska wi ji vé bendé we bimré
Di wí weqti ne gazí ü ne hewar
Di wé roja hisabé wé bibit kifş
Li meydané ki ye mella ki ye qar
Ev e şeytén bi carek birye talan
De ka rabin nebin i’wan sisté mirdar
De belkî hûn bizivrînin jî des wî
We ger ne bûne hûn sêwiyê dîwar
‘Elî bêje tuwî l’cem xwe nehêle
De tu paşî nebê mes‘ûl û ‘eybdar