Di ve dünyaya han kes bexem nîne
Eger bexem be Benî Adem nîne
Xema min ew e ku ji yaran dûr bim
Di cîhan de xemek j’ve mestir nîne
Xuda zane ku derde dilem çi ye
Bele tiştek di deste min de nîne
Di ve dünya han de wisa dilteng im
Ku ciye min di ve werane nîne
Xudayo tu j i ve girdave min zû
Xelas ke ji bil te destegîr nîne
Eger tu deste min negri Xudayo
Rizgariya min bi reyek din nine
Tu bi min b’bexşine neqşenigari
Ku j’bil‘işqa tej‘me ra kar nine
Rasti dermane derde dile nexweş
Ev ji bil i§qa periruyan nin e
Her ye ku qurtek ji ev derman tam ke
Eger ehle insaf be munkir nine
Kese qurtek ji ev tiryak dibexşin
Ku ew xwedperest u tenperwer nine
‘Eli ta kengi te j ’hicran gili ki
Dermane hicran ji bil sebre nine
Eger tu sebir biki rizgar dibi
U ger neki, ji bil po§mani nine