ELA YA EYYUHEL-ÎXWANU MA LÎ
Ela ya eyyuhel-îxwanu ma lî
Feqet male îlel-hîcranî balî
Ji vî qasî gelek ketme ‘ecêbê
Ku hinde dil ji hubbê maye xalî
Ne razî bûm bi hicrê nîvê sa’et
Niho radî me ez pê sal bi salî
Demek mexrûr dibûn em şubhe dostanl
Wekî dest û bira me d’kir hevalî
Heqîqet em nebûn dostê heqîqî
Ji lew sarî dixweyhê j’herdu alî
Heçî dostê heqîqî ne j’dil û can
Dikin qurbana dostan can û malî
Eger dostek b’esîrî be fîrotin
Bi wî em nadine qurşek kemalî
Dikin hîle li hev em tek de mek de
Tinaza b’hev dikin em tev j’betalî
Eger feyde bibînî dost e herkes
Weger ne e’lvî alî tu Pwî alî
Gelek geryam di dünya l’doştekî pak
Le ‘ellî axuzu mînhu cemalî
Felem ezfer bi meqsûdî îlelan
Eqûlu qewlî haza ma beda lî
Ne ez dost im ne yek min dî ji dostan
Çewa kıı gotî imame Xezalî
Ji be însafî me d’ve doste safî
Bi xwej’doste xwe ra em laûbalî
Hezar car ez dikim j’vê estexfírullah
Peşîman im gelek e‘1 bêhevalî
Gelo ka ew ku pişt pê bê girêdan
Ezê bimrim nedî yek min ku halî
Bi xwe çend cara ketme halê tengî
Hevala xwe ji ber min daye alî
Hira-vêra nebûn zahir fida bûn
Dema hat rast bi rastî bûn xeyalî
Heçî dost bit heqe dostek durust bit
Weger ne ve şeqalî û beqalî
Fehel entum ‘ela ma nehnû fîhî
Gelo yan ez tenê ketme vî halî
Ku dost ev bin tu çi d’bêjî j’mirîdan
Emê l’wan jî bidin yek erzûhalî
Mirîd lazim d’dest şeyx da wisa bit
Çewa meyyit li ber desté xesalí
Ne wek van sofiye dunyaperest bin
Li şeyxe xwe dikin naz û delalî
De ka tizbî yeke bejî kum û şaş
Seré min maye tazî j’bemecalî
Yeke bejî e‘mam tazî dixwazim
Teberrikkî welew kevne şekalî
Yeke bejî qederke mame péxwas
Teberka şeyx welew kevneşekalî
Yeke bejî sicada min tunîn e
Bi vî rengî didin ‘icz û melalî
Heta şehkî riha xwe j’şeyx dixwazin
Diréj e macera wa d’vî mealî
Bi éjmaré sed in belkî hezar in
Bi tehqíqé dido nîn in kemalî
Dineri sofiye şest-hefte salî
Riha wî spî kumî neqşe ebalî
Wekî min wek dihole j’dûr va dimdim
Tu meyzenî li batin xirr û xalî
Çiku nakin mirîdiyye bi resmî
Bi erzanî divin tişte bihalî
Ne hedde mi j’mela şeyxa xeberdim
Xuda wan zedekî j’bona ehalî
Bele lazim ji dîn ra bibne rezan
Nexun male musulmana b’heyalî
Wezîfa xwe nekî rast û dnrustî
Bila kî bît dibit ew kes cezalî
Li meydana wefa min dîte Şeyda
Xuda gelkî bihele wî delalî
Feqet herkes nizanit sûreté hal
Kesê ne l’mal nizanîtin hewalî
Ewî fedl û kemal çû der ji heddê
Heta yê wek mi jî bûne belalî
Li ku dê bête zanin halê Seyda
Bi te‘rîf û beyana wek mi lalî
Ne soba me dixenqim d’qametek av
Min û ev behr çi serhev va ye xalî
Divê xewwas hebin-emma çi xewwas
Ku derbêxin ji vê behrê lualî
Dizanim ez xweyî kim mêw û hêjîr
Min û tiştö j’xwe zêde hinde alî
Ditirsim ez ji mimé pâş muradî
Meda umrî we lem a’xuz kemalî
Li ku de bighitin fedl û kemalî
Kese wek min ketî qeyda ‘eyalî
‘Elî can bû nekir karek ji bo xwe
Niho çi b’kit diçit re va b’kupalî
Feqet “la teqnetû” sebra me pe tâ
Çi mizgîn e ji Rebbe la yezalî
‘Ela xeyrîl-wera wel-alî turren
Selatullahî ma kerre’l-leyalî3