Mefa‘îlun mefa‘îlun
Mefa‘îlun mefa‘îlun
Hezec salim musemmen ke
De ka qelbe me ranakî
‘Elî rabe wiha nabe
Bi hîl û pîle çenabe
‘Umur borî mirin ha be
Çira tedbîreke nakî
Ev e ‘umre te çil sal e
Te ne mülk e ne pertal e
Xwelî l’ser te qebir mal e
De ka te kenge peyda kî
Heval çûne tu paş mayî
Dikin gazî çira nayî
Dibejim tu ne zana yî Ji
lew guhdariye nakî
Eya Rebbî ricakar im
Li dergahe te zarzar im
Li melake birîndar im
Birîna min tu derman kî
Eger çenda gunehkar im
Nezan û pur ne guhdar im
Ji rehma te xeberdar im
Bi rehma xwe mi dilşa kî
Tu xeffare zunûban î
Tu settare ‘uyûban î
Tu keşşafe kurûban î
Kî ye be tu ‘efu nakî
‘Elî seh ke tu we‘ze xwe
Nebe mexmr.bi lefze xwe
Neke tişte ne tarze xwe
J‘rih û şaşe fihe nakî
Çiku gotin tene nabe
Dive fi‘la te xuya be
Dikim nakim tu çenabe
Eze bes kim tu bes nakî
Eger ba keskî ew yar ba
Ne hîlebaz û xeddar ba
Bi wî ra wê wefadar ba
Gelo vê fikrê tu nakî
Bi wî ra ku nekir yarî
Nexwaze jê wefadarî
Çiku mislê wî serdarî
Te seh nekir û tu seh nakî
Ne heyf e hinde jê hez kî
Sebeb rezkî weya pez kî
Ji ‘uqbayê xwe bêhez kî
Eger ez bim tu vê nakî
Meger serf kî wekî mêra
Nehêlî tu ji xelqê ra
Bikî pê qencî û xêra
Dilê xemgîra pê şakî
Tu hingê pak û xwe§mêr î
Li meydanê. wekî §êr î
Di herdu dunya tu têr î
Li min gotin li te dakî
Dikim tewbe ji exzara
Bi hinge pelçimê dara
Ji ser min deyne wan bara
Xuda wek me me ranakî
Bike misai di ‘eqlê da
Wekî xana devê rê da
Tu evarı bıçı te da
Sibê rabî tu jê bar kî
Meke xanî evê xanê
Binêre halê dewranê
Muhemmed Mustefa kanê
Hema qet em dirêj nakî
Selatê bê ‘eded her dem
Bike hedye eya erhem
Li wî ku mislê wî ekrem
Te çênekir û tu çênakî
Dexîl im ya Ebel-Qasim
Tu bê îmdad û hawar im
Dema canê xwe bisparim
Ji cem min tu le’în rakî
Nehêlî min bitirsînî
Bi hîle min bixapînî
Ji min îmanê bistînî
Kî xwe l’ber digrî yek bakî
Dinê ev reng û ev terz e
Jinek bêsoz û bê erz e
Gelek berdana wê ferz e
Tu bê ‘eql î xwe jê nakî
Tu zanî ku tu redûr î
Gelo ma qey tuwe kor î
Heçî hat û ji te borî
Tu ranabî leze nakî
De ka rabe tu bes raze
Xwe pek bîne gelek taze
Li peş te kaş û efraz e
Ji ve razane şerm nakî
Murada me j ’xewe ey can
Çewa gotî Feqhe Teyran
Ew e her xefleta qelban
Ne ku zahir tu me‘na kî
Ew e tedbîr bikî tewbe
Bi nefse ra bikî herbe
Ji deste te heta hew be
De ka tu xwe xilas nakî
Di ‘eybe xwe bike tefteş
Bi qelbe xwe bibe derweş
Di dunyaye mebe serbeş
Evî bari nika rakî
Eger dünya temamîle
Bibit mülke te be hîle
Ji xeyri cawekî şîle
Ji vî mülkî xilas nakî