‘ELÎ RÛNE JI VE QELQE
‘Elî rûne ji ve qelqe
Bike sebre bibîn zewqe
Nenere dewleta xelqe
Çiku paşî tu pe naye
Qena‘et ke rehet rûne
Ne her paşehiye çûn e
Çira meqsed te pur bûne
Bela ye male dunyaye
‘Ezab e her harame wî
Hisab e her helale wî
Nebe qet tu hevale wî
Çiku dostanî je naye
Ney ar e ew ji bo dostan
Dema ku biçne qebristan
Ewe l’xwe din bi du destan
Ku çû j’ deste me heywaye
Tu nanerî li maldara
Çiqa ketne li bin bara
Ji subha hetta evara
Dikin nakin tebat naye
Ewe bar kin ji vî malî
Biçin qebrek xir û xalî
Dibin poşman bi sed halî
Heçî çû j’des edî naye
Xwezi me b’wî ku hişyar bî
Di emre dîn de guhdar bî
Ne wek min sis û bekar bî
Hema birhe bide çaye
‘Elî dünya gelek pîs e
Keça Mel‘ûne Îblîs e
Yeqîn axret diçîj’kîse
Kese j’ dil bigre dunyaye
Nebe aşiq li we pîre
Qe guh nedye xwe nespere
Tu berde we bibe j ’bîre
Çewa ku qenca berdaye
Nenere ehle vî weqtî
Ku distînin hemî nextî
Dikin Thev hîl û bebextî
Qe axret bîra wan naye
Musulmanî bi dev nabe
Bi hirt û hirte çenabe
Bibej ew kes bila şabe
Ku safî bî ji riyaye
‘Elî dünya gelek baş e
Ji wî ra ku nebî şaş e
Li pöş rêkî nedê paşe
Kesê ha bê Xudê dayê
Nexwe tu hingî pur pak î
Helal malî tu peyda kî
Heçî barê ketî rakî
Bidî bayé wekî kayê
Heta kengê tuwê bêjî
‘Elî lakin tu napêjî
Heta dunyayê navêjî
Bizan qencî ji te nayê
Heçî dunyayê hez jê kî
Bila sed bar kitêb çêkî
Şev û rojê da we’zê kî
Diçit we’za wî ber bayé
Ne ez şeyx im ku we’zê kim
Ne maldar im ku xêrê kim
Du-sê beyta ezê çêkim
Ji xeyrê vê ji min nayê
‘Elî ya Reb birîndar e
Li dergahê te zarzar e
Li derdê wî bike çar e
Hilavêt beyreqa rayé