Em ketîne nav kulafe ve dine da hey he war
Kengî em de derkevinj’deste eve pıra xedar
Şefqet û rehmet tinîne hilebaz û sihrebend
Wek me pur xapandine late de bime kime xwar
‘İbrete em nagirin j’wan ku tera bûne bere
Em jî de wek wan biçin wek wa erne bin şermisar
Lazim e l’ser me ku em hişyar bibin j’ve xeflete
Nagihe paşya dine kes ne peya û ne si war
Axret e mala heqîqî dünya mulkek fanî ye
Heyf û yazox e ku em j’bona dinê bin bendewar
Soz û bextê wê tunîn e ew ji kes ra nabê dost
Kanî axa kam paşa ka xudanê Zulfeqar
Tev hemî çûne j’dinê dünya bi xwe hê wek xwe ye
Reş li ser keskî girênadê ji kes ra nabê jar
Her kesê aqil bitin fikra Xudê vê ra hebê
Ez dibêjim vê dinê nakî j’xwe ra piştî û bar
Bav û bapîrê me kuştin kes ji wan cihda nehiştin
Em çiqasî netişt in destê me lê nabê sar
Meqseda me j’vê dinê dunya ku axret tê nebê
Çunkî me‘lûm e ku axret bê dinê naçî diyar
Dünya ku serf bit di axret be xered j’bona
Xuda Ew ji axret te hisabe ne ji ve dünya mirar
Lebele herkes dibejî dünya mi j ’bo axret e
‘Alime xeybe dizanî we ji ber hilne sitar
We deme rast û derewçî we ji hevdu kifş bibin
Ne b’xwezî wî ku di we roje bibî be î‘tîbar
Ey Elî peşya te da rekî heye gelkî bi tirs
Sed emanet min li te da tu neçî bekar û bar
Kar û bar teqwa Xuda ye ne rim û şûr û tifing
Herkese teqwa hebe ew de xilas bî bexusar
Ey Xuda teqwa xwe ke rizqe me em hevî dikin
Me ji pençe ve dine derxe eva hinde neyar