Ev e ‘îd hat û pîroz û mübarek
Bitin l’te kiflete te sed hezar car
Ne yek do bin gelek dî jî wiha bin
Bi wan da hûn bibin ‘şan û şerefdar
Eger hûn l’min dipirsin ez çi bejim
Di nav hemya li meydane ez im qar
‘Elî j ’mirya hesab kin ne ji saxa
Du‘a je ra bikin xera xwe car car
Me cerbandin ji ehlê vê dinê pur
Gelek kêm bûn di nav wan da wefadar
Ev e halê me û dunya nebî tu
Xuda Rebbî li axret me b’ke xweykar
Hezar hemd û sena Rebbî j ’ vî halî
Ku bapîrê min e ew Şâre Kerrar