Ey ‘Elî rabe j’xewe çava bişo taze fekir
‘Umre te çû bi nihayet te j ’xwe ra karek nekir
Me çiqa nerî me dî hubba dine bûye bela
Qet kesek negha Xude hetta ji dil ew ranekir
Tu ji dil baveje we tehl e di batin de bizan
Ger çi zahir de şîrîn e ew wekî şîr û şekir
Min çiqa pursî û seh kir min dinerî û didît
Di dine da qet‘iyen keyfa zelal keskî nekir
Her çi tişta dergihe keyfe li ber yekî vekî
‘Eynî wî tiştî te dî paşî dere qehre vekir
Her kese bimre biçe heşr û hîsabe cem Xude
Ne b’xwezî wî çû ji dünya û ji dil tewbe nekir
Qet di mime da tunîne ferqiya şah û geda
Ku xilas bin hin bi mal û yan bi cah kes seh nekir1
Fewzî Paşa, Şeyxe Xizne, Me‘sûme te ey feqîr
Rûhe herse heftiyek stand ‘Ezraîl ferqe nekir
Sesed û şest û nehe piştî hezarî bû Xuda
Dergehe baxe bihişta xwe li ber herse vekir
Sebr e dermane musîbata li nik ehle ‘eqil
Reş giredan şîn kirin gelka û qet fayde nekir
Sedhezar hemd ji Xude ra ez dizanim bi yeqîn
Ku hekîm e zerreyek be sirr û hikmet wî nekir