Ey xurbetê ey xurbetê
Ey xurbetê ey xurbetê
Ey xurbetê ey xurbetê
Eywah ji derdê xurbetê
Vê xurbetê em dax kirin
J’qelb û ceger nesax kirin
Bêperde û bêcax kirin
Eywah ji derdê xurbetê
Em dax kirin b’daxa peza
Em kezixandin wek reza
Qibhet çi bû ev bû ceza
Eywah ji derdê xurbetê
Vê xurbetê em pîr kirin
Bê re‘y û bêtedbîr kirin
Bav û bira em j ’bîr kirin
Eywah ji derdê xurbetê
Vê xurbetê em jar kirin
Bê î‘tibar û sar kirin
J‘ herkes ra em binbar kirin
Eywah j i derdê xurbetê
însafsiza em rakirin
L’belan û deşta kar kirin
Me çetıd delal winda kirin
Eywah ji derde xurbete
Hetta bibin em kal û pîr
Derde ewan nakin jibîr
J‘qehre ewan bûne esîr
Eywah ji derde xurbete
Em bûne goyîne şeve
Hetta sibe ew nanive
Sebr û tebat me j’Reb dive
Eywah j i derde xurbete
Herkes nizanit hal çi ye
Ye ter çi ha j’ye birçî ye
Pirse bikin j’ye dîtiye
Eywah ji derde xurbete
Girye ewî l’hale me te
E dîtî hale xurbete
Wek min ketî ve ezyete
Eywah j i derde xurbete
Naye beyane ya me dî
Em bûne teslîm û kedî
J’wan ra ku qet nakin fedî
Eywah j i derde xurbete
Ehle zemane me bitrin
Wek dirreha dem ew dir in
Qedre xerîba nagirin
Eywah ji derde xurbete
Serwer tunîn in ve deme
L‘derda bikin ew merheme
Hawar ji deste ve xeme
Eywah ji derde xurbete
Şeyda mi dî j’ehle zeman
Qedre xerîba taze zan
Cih wî bibit rewda cînan
Eywah ji derde xurbete
Ya Reb bilind ke qedre wî
Hem dunyewî hem uxrewî
Mehrûm neke me j ’feyda wî
Eywah ji derde xurbete
Kurt ke ‘Elî j’ve qissete
Sebre bike ser xurbete
Heyfa te maye l’axrete
Eywah ji derde xurbete