Gelek geryam di dünya ez li feyde
Bi herkes ra e‘çûm neçîr û şeyde
Mi bazar kir ji her sûk û dikana
Me destûbratî da pîr û civana
Ji tecrîbat û pîvan û kişanî
Zelalîk min nedî hate ‘eyanî
Mi dihn da kes bi kesra nabe serî
Dizî va Pîşe xwe herkes dineri
Nema Phevdu diborin doste weqtî
Çeve wa‘l we yeke ka kî bişemte
Bipertînin ewî b’sebb û îtabe
Bixun goşte wî wek pişke kebabe
Ku dost bûn dost gelek ferqî nemîne
Tu çi dibejî ji‘eks û buxd û kîne
Meqamek alî ye de‘waye dostî
Qebûl nakit j i xeyr rast û durustî
Bere peyda dibûn bete‘b û rehtî
Nihû tu l’wan dipirsî bûne qehtî
Kese b’xwaze vî weqtî doste safî
J‘ Xuda pe va bila bawer ke mafî
Ne Emr e ew ne Bekr e ew ne
Zeyd e Ne Xalid ew ne Buşr e ne ‘Ubeyde
Tu nabînî ji xeyrî dostê feydê
Eger feydê nebînî we bixeydê
Di vê bazarê da ‘umrê mi borî
Nehat xwarin j’kelîtî hin ji şorî
Xuda hemyê dizanî ez çi bêjim
Ne lazim her çi zanim tev birêjim
Ji kes ra ez nebûm dostê wefadar
Ne kes min dî ji min ra bû emekdar
Qeda l’ser me bikevê ehlê zemanî
Me bir hetk û helaka dositanî
Digel wê te‘b û wê öşan û kerbê
Dibû radî hema ku ser bi ser bê
Ne malî ew dixwazî ne kemalê
Dîxwazî ku selamet bête malê
Hema bû pale ew l’keskî nenêrî
Li qunca xanîkê xwe xwe veşörî
Şev û rojê bihêjmêrî ji ‘umrê
Heta şevkî bibit mihvanê qebrê
Siparê rehmeta Rebbê Rehîm bî
Ricakarê li dergahê Kerîm bî
Dinêrim ez selamet bûye wehdet
Tevilhevbûn çiqasî bûye zehmet
Xwezî wî ne kesî nas kî ne kes
Li wê dê bimrî kes negrî li ser wî
Eya Rebbî tu me û dosta ‘efü ke
Li ber rehma te eyba me biçûk e