Hemd û sena Rebbî j’te ra
‘Elî l’dine gelkî gera
Qet wî nedî dostek
j’xwe ra Kér be di roja tengiyé
Bûye xela dosté ji dil
Yekî tu nabînî ji çil
J‘bona eve bûm dilbikul
Mame di teqn û heriyé
Berya nihu peyda dibîn
Weqta ku wa dî buxd û kîn
Em hiştin û tev da revîn
Bimrin eme b’vé jehriyé
Qet guh nedin dosté zeman
J‘min purs bikin halé ewan
J‘desté ewan sed el-eman
Qet j’wan nexwazin qenciyé
Min dihn dida ehlé diñé
Herkes divétin xwe tiné
Ev çi dem e em ketiné
Xér kit Xuda paşehiye
Dostê te dî xweş kir bi dev
Tu ew ji dil neghayî hev
Hetta tu karî jê birev
Jehr bigrî j’wê dostaniyê
Tê bejî ev dost e zelal
Qurban bikim ez can û mal
Hê te negotî “dal û zal”
Wê l’te bikî bêbextiyê
Cem kes nema bextê temam
Axa bibêtin yan xulam
Ha me’mûmî bê ha îmam
Nîne ji xeyrê rehtiyê
Ewwel weke dosta dibin
Da ew li hev hîla bikin
Zû ne dereng j’hevdu diçin
Zanin bikin neyariyê
Sozê nihû herê herê
Seb xatirê vê xeberê
Dibjin soza mêrê berê
Ev digrê şûna hemiyê
Çawa mi dîtî ez dibêm
Zêde tinîn in belkî kêm
Dostaniyê bax maye dêm
Av çikiha j’ser kehniyê
Tiştek nema l’destê me da
J‘xeyrê reva b’alê Xuda Me‘
j xwe nekî Rebbî cida Em
j’te dikin vê hêviyê