Her dî nalîm Şev û rojan, meger ez Eyyûbîm ez
Hêstîran her vedîmalîm, meger ez Yequbîm ez
Bîgîrîn dest jî me bêrûn, kul û derdan ku yek în
Wer bî pêçîn bî cefayê xwe, ku ez mektûbîm ez
Hîndekî xem hene daîm lî mîn ew vêk dîkevîn
Ez nîzanîm ku bî çav wan çî qewî mehbûb îm ez
Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar
Weh tîlîsmê telebîm ez, talîb û metlûbîm ez
Eceb îqbalî jî bo mîn nîhe “ Xanî “ ku lî bal
PadîŞahê xem û derdan, wehe ez merxûbîm ez