J’xerîba ez nenalîme tu cara
Ji dost û eqriba bûme birîndar
Yekî carek digo Imamê Ni‘man
Muhibb im ez j ’tera bê hedd û miqdar
Ewî go tu ne pismam î ne cîran
Ew in ê mû dibê l’cem wa zererdar
Heta kan ji pismama bibe dûr
Ji ber pismama derket Sahibê Xar
Çiqa tu j’wan bibî dûr tê ezîz bê
We ger ne tê bibî nik wa sipûsar
Hesedçî ne j’te ra weqta bibî têr
Tinazçî ne bi te gava bibi jar
Ji ber pismamê xwe ‘Evdo dinalî
Bişare Çeto ku hinde bû navdar
Me cerband me nedî xweştir
ji dûrî Di bazara nêzîkî me nekir kar
Çiqa xweş bî ku em cem hev bimana
Feqet j’ev ra bibûna em emekdar
Nekû b’tehlî û dilrehtî û gazind
Wekî zarokê bêeql û neguhdar
Ji wan herkes dibînê xwe li heqyê
Hevalê xwe dibînê neheq û ‘ar
Xwe nakâşin bi mîzana Xudayî
Heçî ne b’hemdê wî kî bî dibê har
Xuda jê razî bî yê ku xwe naskî
Nebê j’benda ewê nefsa ku xeddar
Bibî teslîm ji bona hukmê şer‘e
Ji Şeytanö Le‘ în ra ew nebî yar
Ji nêzîkî gelek ketne di dilda
Birîn ev dûrî jê ra bûye nûjdar
Me hêvî j’we nekin gazind û loma
Bira çenda bira ye başqe bazar
‘Elî barê te gêr bûye newalê
Nexwezka wî ketî newalê nihû bar
E‘nabînim kesê barê te bar kî
Ji xeyrê dergehê Reb nîne hawar