Lı ser we selam bin ey ehle Izar
Gelî ehle Izar ser we bit selam
Selam bit li ser ehle ware hewe
Heta ku hûn biçine Darus-Selam
Di pişt ve, tişta ku li hicre bûye
Ma saxbûn heye j ’bo birîna dilan
Di ‘umrem nemaye qet tu fırehî
Ma heye roniyek belav kit zelam?
Ezê çi bêjim û ezê çawa kim
Jixwe l’min teng bûye mecala kelam
Spas j’wî ra bit bo tiştân buhurî
‘Elîm e Hekîm e bi ya l’nav kesan
Mîrê min Xuda ‘umrê we dirêj bikit
Cejna we wek navê we bit her dewam
‘Elî nexweş e hem ‘Elî belengaz
Tişte dîtiye, wek dîtiye d ‘xewnan