LI SER WEFATA BEDÎUZEMAN SEÎD Ê NORSÎ
(Bediüzzaman Said Nursi’nin Vefatı Üzerine…)
Ey dilê meskennê derda, ma tu zannî ku çibî
Ew Seîd ê can feda j’dînê me ra, j’kîsê me bî
(Ey, dertlerin karargahı olan gönlüm, biliyor musun ne oldu?
Dinimiz için kenndini feda eden O Saidi (kaybettik) kesemizden oldu.)
Beyreqa ku wî hilanî ji bo vî dînê mubîn
Me çiqa pirsî û sehkir vê demê kes di nebî
(Din-i mübin için yücelttiği bayrağı
Sorduk, soruşturduk; bulamadık bennzerini)
Çepera dîn girtibû, pakî ji kesekê ne dikir
Heq dizannî heq digot û heq dikir her dem webî
(Dinin tarafını tutmuştu O, hiç kimseden de korkmuyordu
Sürekli “hakk” biliyor, “hakk” söylüyor ve “hakk” uyguluyordu)
Ew dikana ku wî danî, ew metaê difirot
Ew li Şam û Misr û Bexda’yê niha peyda nebî
(Ortaya koyduğu ve sunduğu ilim pazarı
Şam, Mısır ve Bağdat’ta bulunmazdı bennzeri)
Çû wefat kir çi musîbet sed hezar rehmet li ser
J’ehlê vî dînê mubîn re, çi nimûnek taze bî
(Ne yazık ki vefat etti, yüz binler rahmet ona
Yüce din mensupları için ne güzel numune)
Sê sed û hefté’w-neh’é piştî hezarê hîcretê
Dergehê baxê bihişta keremé, li ber wî vebî
(Hicretin bin üç yüz yetmiş dokuzu
Açıldı ona cennet bahçelerinin kapısı)
Ew li Nors’ê hate dinya û li Riha wefat kir
Ew şehîr bu ew bedî’ bû ez çi bêm ser deste bî
(O Nurs’ta dünya (Felek)ya geldi ve Urfa’da vefat etti
O çook meşhur ve çook bedi idi; benn ne vasf etsem onun üstündeydi)
Ey Seîd’é her du dinya, dîtina te bû keder
Em j’Xweda’yî xwe dixwazin, l’axretê li cem te bî
(Ey iki cihanın bahtiyar insanı, içimizde dert kaldı seni görmemek
Rabbimizden niyazımız ahrette senin yanında olmak)
Ey Elî! Gerçi Seîd çû, lê Risalê Nûr neçûn
Sed emanet min lite tu ji wan mehrûm nebî
(Ey Ali, Said gittiyse de Risale-i Nur gitmedi ya
Sana yüzlerce kez tavsiyem sakın mahrum kalma onlardan)