Me çiqa pursî û seh kir Şah Heqî qet me nedî
Teb’ekî şîrîn bi mislê teb’ê te ey nûrî eyn
Pur‘ecîb nîne çiku fer‘e ji bo wî eslê pak
Qutbê eqtabê zeman şeyxö me Şeyx Hacî Huseyn
Ger çi cismê we di axa merqeda nûranî ye
Ruhê we em hîvîdar in 1’ cennete bê kizb û meyn
Ya îlahî tu xweyî ke rûhê wa şeyxön ‘ezîz
Der riyadê rehmeta xwe daîma bê te‘b û eyn
Hem bide e’la meratib hedyeyê ewladê wan
Tu di wan da qet nehêle zerreyekî ‘eyb û şeyn
Herkesê guhdariya wan serwîbostana bikit
Tu bide wî nav û namûsê di şerq û mexribeyn
Ew kesê dilrehtiyê çêkit ji bo wa cuz’ekî
Tu bi fedla xwe hilîn wê rehtiyê zûka ji beyn
Ey Xuda em j’te dixwazin tu qebûl kî va du‘a
Hem nekî mehrûm ‘Elî i’enzarê ewladê Huseyn