Kürtçe İlahi Sözleri
Me hawar e li dergahê İlahî
Ku ew carek xelas kî me j’menahî
Bikit rizqê me ew yek tewbe safî
Bibî j ’bo me li herdu dünya kafî
Me nespêrî bi destê nefs û Îblîs
Me hêvî jê ji wa ra me nekî lîs
Ji xeflet me bikî b’fedla xwe hişyar
Bi qanûna ku danî em bikin kar
Heta mimé li ser tobé bimînin
Di qebré xér û her xweşyâ bibinin
Bibin rûspî di wé roja hisabé
Xilas bin em bi yek carî j ’ezabé
Ji wî ra qet tunîn e keskî mani’
Dema ku ew bidî ‘ebdkî menafi’
Eya Rebbî ‘Elî ‘ebdek zelîl e
Gunehkar û feqír ü bédelíl e
Tu aza ke ewî roja qiyamet
Bibe cennet bi rehma xwe b’selamet
Digel aba û hem ehbab û dostan
Bi cahé Mustefa serdaré dostan