Me hewar e li derye Xewse
Geylan Hewar û sed hewar e Xewse Geylan
Rezîl bû me di nev pe û deste xelqe
Mecala min tu yî ey Xewse Geylan
Xwe teşîne li ser ehle xwe herkes
E‘ jî j’ehle te me ey Xewse Geylan
Dile mi şkestiye ez be xweyî me
Tu wî bav û xweye min Xewse Geylan
Çiqa ez ketme tengî ve deme da
Bike himmet ji bo min Xewse Geylan
Gelek ser me dikin fexr û kubarî
Nema hürmet j’me ra ey Xewsê Geylan
Eger ku b’te xweş e min jî qebûl e
We ger ne des hilîne Xewsê Geylan
Bi heyrana te me taqet nema min
Zelek tu l’wa bide ey Xewsê Geylan
Belê b’rengek welê herkes bizanit
Ku tu sênca me yî ey Xewsê Geylan
Te hesp zîn kirye rim her daçikandî
J‘xilasa bêkesa ra Xewsê Geylan
Tu wî imdada herkes dûr û nezîk
Were imdada min ey Xewse Geylan
Gelek cara tu imdada me hatî
Tu ve car jî were ey Xewse Geylan
Tu zanî ku ‘Eli bûye birîndar
Ji te derman dixwazi Xewse Geylan
Ji min ra cih nemaye ez çewa kim
Tu cihkî şanî min de Xewse Geylan
Hezar rehmet bibarîj’canibe Heq
Şev û roje li ser te Xewse Geylan