Meded Seydayê Zenganî
Birêj feyda wekî kanî
Li vî qelbê qewî canî
De belkî bêtê ser cadê
Çi rêzan û çi seyda ye
Çi ni‘metkî Xudê daye
Cizîra me b’wî ava ye
Terîqet girt û bemadê
Cizîr mizgîn li te şa bî
Ji ehlullah cuda nabî
Di hifza Xaliqî da bî
Derê tengî l’te Reb dadê
Bi qurbana te serdarî
Di emrê dîn da guhdarî
Li te pîroz bî sed carî
Libas û xemla irşadâ
Di ir§adê tu camêr î
Li meydanê wekî şêr î
Bi keskî tu xwe naspêr î
Kî bêje çi tu guh nadê
J‘dil e ya te neku j’qestî
Ji Reb destur te wê xest î
Ji lew hinde tu serbest î
J‘derew kes tu girênadê
Tu xerxwaz î ji bo herkes
Ji lew herkes te tête des
Ji bo te her tenê ev bes
Xuda rê l’ber te dariadê
J‘feqîra ra tu sekkan î
J‘mirîda ra tu Loqman î
Kî ye bê cem te dermanî
Ku dermanê wî tu nadê
Belê b’rast û durustî bî
Feqîr û perşikestî bî
Neku xwehr û bi sistî bî
Kesek j’xweh ra tu nadê
Feqet gui bê stirî nabî
Xezîne bê tilism nabî
Xweşî bê xem tu ca nabî
Xuda yek bê yekî nadê
‘Elî j’vê ni‘metê dûr e
Ji îqbala xwe ew kor e
Çi bêjim macera kûr e
Reben çi b’kî Xude nadê
Eman ey Şahe Bîşere
Tu dergah î ji bo xêrê ‘
Elî ketye biné gêrê
Dixazîtin j’te imdadê
Dikim hêvî û sed zarî
Li dergahê te ya Barî
Tu xweybext kî evî jarî
Bi cahê Xewsê Bexdadê
Me ra Bîşör tu her şa bî
Tu her paytextê Seyda bî
Tu meydana mirîda bî
Xuda şerrî ji te badê