Selam ser te Cemîl tu her cemîl bî
Neyare te di her weqtî zelîl bî
Ji altun çay te sundöq her tejî bî
Nesîbe dositanî te-w me jî bî
Bizane tu birader rast û beşek
Ji hinge va neç û j ’bira me eşek
Me go belkî bûye safî bi pakî
Ji lewra tu ji kes pursyarî nakî
Dido lazim bidin şehde bi resmî
Ku deste te li ser wî nîn e zulmî
Weya j’dev her yekî dido bibejin
Bele b’şer‘e ji ew nutqe birejin
Dibit kafî ku fer‘en yek ji herdwan
Bibin Fer‘eyn ewe dîtir jî ey can
Dive hakim bizanit şerte herdu
Temîza esi û fer4 a kit ji hevdu
Eger nîve nîsaba şahida bit
Bi sonda te dibit heqqe te sabit
Tuwe sond b’xwi b’Xuda ku şahide min
Dibejit rastiye em musteheqq in
Wiha ye zahire hükme şerî‘et
Çi lazim hûn bikin qîr û hezimet