Tam ji dunyaye weşî
Bûye xela xer û xweşî
Berf e qet nabe reşî
Winda bû namûs û şeref
E nedîn e keyf tunîn e
Dil hezîn e çav girîn e
Hey hewar em be xweyî ne
J‘ zulme ra bûne hedef
Wek kerîk pez beşivan in
Hem xweyî je beguman in
Revdekî gur le xuyanin
Vî mil wî mil kir telef
Ket cihe rehm û ‘edalet
Te‘ dî û zulm û zelalet
Heyirîn ‘evd û ‘elalet
Rojâ rohnî bûne şev
Tu binére é j’Xudé re
Her li jér e xwe ve§ére
Ev çÍ pél e ev 9Í gér e
Em ketine nine qef
E ku doh per ‘eyn şivan e
İro bedl ü pardiman e
Ça ü qehwe dergevan e
Şeqşeqe tizbé sedef
Durr ü gewher büne winda
Kesp ü mespik man bi
Şün da Tu binér serdaré gunda
Ax ü ax ü sed esef
Réz ü resma din nizanin
Ger bizanin lé neban in
Ez nizam béjim J’awa nin
Wan bibine j ’wan birev
Exlebé wan hileçi nin
Şév ü rojé nobeçi nin
Ka ji ki tiştkí b’feqinin
İş ü kar wan büye ev
Hetta kengî wê wiha bê
İş û karê me fena bê
Ev girêka he venabê
Ey Xuda rehma te zehf
Em ji te rehmê dixwazin
Me l’derê te giryû gazin
Macera dûr û diraz in
Safî nabin qet bi dev
Ey ‘Elî j’kî ra dibêjî
J‘keskî ra naçête mêjî
Tu çiqa ‘ezmandirêj î
Ka devê xwe bîne hev