Xelil Xemgin jı Bona Her Kesek Yare Şarkısı kürçe Sözleri
Ji bonâ her kesek yârek heye ê min welât yâr e
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwâr û xeddâr e
Çiqâs pesnê girân bêjim nikârim ez bidim zânîn
Çeleng û nâzik û şeng û şepâl û şox û cebbâr e
Hezâr we min di vê rê de bi vân derd û kulân kuştin
Telesmâ ser devê xortâ di sîngê min de reşmâr e
Çi zânî qîmetê vê şengeşoxê dijminê bêbext
Ne wek min dil bi top û âwirê yârê birîndâr e
Eger çendî bi dest dijmin were yârâ min â şêrîn
Bi nâvê we ez bilind bûme gihâm gerdûnê seyyâre
Bi wân lêvên şekerbârîn bi min dâ soz û peymânek
Ji min pê ve ku dil nedî kesî ew yârâ bêçâre
Di govendâ me de herkes bi dilşâdî bikin dîlân
Li şûnâ hêstirên çâvân xuşîn bên co û cobâre
Ev e sozâ me jî pê re ku dil herdem bidim destâ
Netirsim ez ji zindân û ji lêdân û ben û dâre
Ev e sozâ min û dîlber eger bimrim di vê rê de
Ji vê dinyâ xweş û şêrîn Cegerxwîn jî, ne bê pâr e
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn